Salvegera damezrandina PKK'ê li Siwîsre hate pîrozkirin
43'emîn salvegera damezrandina PKK'ê, li Kantonên Zurîh, Basel û Solothurnê hate pîrozkirin.
43'emîn salvegera damezrandina PKK'ê, li Kantonên Zurîh, Basel û Solothurnê hate pîrozkirin.
Meclîsa Federal a Sîwîsre di çarcoveya qedexeyên şewbê de, 43'emîn salvegera damezrandina PKK'ê li Luzernê hatibû betalkirin. Divê çarcoveyê de piştî hewldanên Navenda Demokratîk a Kurdên Siwîsreyê li Kantonên Zurîh, Basel û Solothurnê pîrozbahî hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de Hozan Kawa, Canê û gelek hunermendên TEV-ÇAND’ê derketin li ser dikê. Di pîrozbahiyê de peyama bi dîmen ya Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ku bi wesîleya salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê ku jibo gelê Kurd ên li Ewropa dijîn şandî bû, hate temaşekirin.
Di pîrozbahiya duh li Zurîh, Basel û îro jî li Solothurnê Şehîd Berjîn Zenda û Siyasetmedar Mehmet Doymaz hatin bîranîn.
ZURÎH
Di pîrozbahiya li bajarê Bulachê yê girêdayî Kontona Zurîhê bi sedan Kurdistanî tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelên Kurdistanê destpêkir. Di pîrozbahiyê de Hevserokên Navenda Demokratîk a Kurdên Siwîsreyê Selma Surer û Îsmaîl Kardaş axivîn. Hevserok Selma Surer, destpêkê 43’êmîn salvegera damezirandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd didin pîroz kir û wiha got: “Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ji aliyê jinan û ciwanan ve xwedî derketinek mezin hatiye kirin. PKK’ê ku îro 43’emîn salvegera damezrandina xwe li pey xwe hişt, li ser bingehê paradîgmaya Rêber Apo ku yekane hêvî û piştevaniya hemû gelê Kurd û gelên bindest ên cîhanê ye.”
‘DIXWIN KURDÊN AZAD TUNE BIKIN’
Hevserokê Navenda Demokratîk a Kurdên Siwîsreyê Îsmaîl Kardaş jî axîvî anî ziman ku ligel hemû êrîşên dijmrovahiyê dixwazin Kurdên azad tune bikin û li dewsa wê Kurdên xwe radestkirine û îxanetê biafirîne û got: “Ev ne gengaze ku tu hêz bikare Kurdên azad dîl bigre.”
‘RUHÊ AVABÛNA PKK’Ê LI HER QADÊ ZINDÎ YE’
Di pîrozbahiyê de siyasetmedar Zozan Serhet jî axivî û got: “Eger îro li Kurdistanê têkoşînek li hemberî hemû hêza NATO û teknolojiya pêşketî hebe ew ruhê avabûnê yê destpêka PKK’ê ye. Ev ruh îro li çiyayên azad û hemû qadên têkoşînê zîndî dihêle.”
Piştî axaftinan pîrozbahî stranên hunermendan bi dawî bû.
BASEL
Li bajarê Baselê pîrozbahî ji aliyê Navenda Demokratîk a Kurdan de hate organîzekirin û bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Hevserokê Navenda Demokratîk a Kurdan Zeynep Kayra axivî û got: “PKK ku berî 43 salan bi 21 kesan hate avakirin, îro bûye hêzekî qet têknaçe. PKK îro bûye hêviya mîlyonan kesan.”
‘PKK HÊVIYA MILYONAN E’
Siyasetmedar Mehmet Ali Haco jî têkildarî 43’emîn salvegera PKK’ê ev tişt got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêhevalên xwe re di sala 27’ê Mijdara 1978’an avabûna PKK’ê ragihand û bû hêviya milyonan.”
Piştî axaftinan pîrozbahî bi stran û gerandina govendê dawî bû.
SOLOTHUR
Li bajarê Gerlafîngen ê Kantona Solothurnê jî bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan pîrozbahî hate lidarxistin. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin daliqandin. Pîrozbahî rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir.
Di pîrozbahiyê de sînevziyona ku ji têkoşîna avabûna PKK’ê û heta niha hate temaşekirin. Pîrozbahî bi stranên hunermendan û gerandina govendê dawî bû.