Salvegera damezrandina PKK'ê li Romayê hate pîrozkirin
Salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê, li paytexta Îtalya Romayê hate pîrozkirin.
Salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê, li paytexta Îtalya Romayê hate pîrozkirin.
Pîrozbahî li Navenda Çanda Kurd a Romayê roja Şemiyê hate lidarxistin.
Di pîrozbahiyê de ku ji gelê Îtalyayê jî gelek kes tevlî bûn, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û tevgera jinê peyam dan.
Nûneran xwestin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê misoger bibe.
Hunermendên Kurd û Îtalî derketin ser dikê û stranên şoreşê gotin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.