Salvegera damezrandina PKK'ê li Montpellierê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Montpellier ê Fransayê bi coş hate pîrozkirin.
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Montpellier ê Fransayê bi coş hate pîrozkirin.
Salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê ji aliyê Kurdistaniya û dostên wan ve li bajarê Montpellier ê Fransayê hate pîrozkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axivîn û gotin, "Ev tevger bi kedeke mezin gihîşt 43 salan. Rêber Apo PKK weke partiya şehîdan pênase kiribû. Ji vê pênaseyê bêhtir pênaseyeke bi wate nabe. Salvegera damezrandina PKK'ê di şexsê Rêbertî de li şehîdan û gelê me yê welatparêz pîroz be. Gelê Kurd û dostên wan divê li dora PKK'ê bibin xeleka ji agir."
Piştre Hozan Menal, Koma Çar Sînor, Meral Alkan, Mîr Perwer derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê û qîrîna dirûşma "PKK gel e, gel nikare bê qedexekirin" bi dawî bû.