Salvegera damezrandina PKK'ê li Heilbronnê hate pîrozkirin
Siyasetmedar Faysal Sariyildiz li Heilbronnê di pîrozbahiyê de axivî û destnîşan kir ku Kurd wê bi pêşengiya PKK'ê bi ser bikeve.
Siyasetmedar Faysal Sariyildiz li Heilbronnê di pîrozbahiyê de axivî û destnîşan kir ku Kurd wê bi pêşengiya PKK'ê bi ser bikeve.
Salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Heilbronnê yê Elmanyayê hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat, siyasetmedarên Kurd Faysal Sariyildiz û Abdullah Demîrbaş axivîn.
Demîrbaş diyar kir ku têkoşîna PKK'ê gel, bawerî û çandên cuda gihand hev û jiyana bi hev re afirand.
Demîrbaş got, "Tevgera PKK'ê yên ku xwestin Kurdan biqedînin, qedand. Bi saya PKK'ê Kurd li cîhanê bûn xwedî cihekî."
Piştre jî sînevîzyona li ser têkoşîna PKK'ê hate nîşandan.
Faysal Sariyildiz jî bal kişand ser hovîtiya ku dewleta Tirk li Kurdan dike û got, "Bila her kes vê zanibe; çi dibe bila bibe Kurd wê bi pêşengiya PKK'ê bi ser bikevin."
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.