Rojîn Ramadan û hevalên wê hatin bîranîn

Rojîn Ramadan û hevrêyên wê yên ku dewleta Tirk bi gaza kîmyewî ew şehîd kiribûn, li Heîlbronnê hatin bîranîn.

Dewleta Tirk  faşîst di 5’ê Cotmehê de li Werxelê çekên kîmyewî bi kar anîbû û 5 gerîlayên HPG’ê şehîd kiribû. Piştî Şîna Rojîn Ramadan (Amara Cûdî) çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Heîlbronnê hate lidarxistin. Birayê wê û xalê wê, nûnerên Kongreya Star û PYD’ê jî amade bûn.

Piştî rêzgirtina şehîdên şoreşa Kurdistanê endama Kongreya Star Zozan Dêrik axivî.

Zozan Dêrik di axaftina xwe de di şexsê Amara de hemû şehîdên Kurdistanê bîr anî û diyar kri ku dewleta Tirk bi metodeke dûrî mirovayetiyê êrişî hemû destkeftiyên Kurdan dike. Dêrik got “Li her bihusta axa me, xwîna şehîdan heye.Amara û hevrêyên xwe li hemberî dewleta Tirk stûyê xwe xwar nekirin. Li hemberî berxwedana wan a qehremaniyê dewleta Tirk hemû qaîdeyên navneteweyî bin pê kir, bi çekên kîmyewî ew şehîd xistin. Hemû dinya li hemberî êrişên Erdogan bûne temaşevan û bûne hevkarên sûc.”

Norşîn Ramadan a ku xwişka Rojîn Ramadan e jî got “Xwişka min Amara ji zaroktiya xwe ve xwedî cesaret bû. Ew girêdayî Rêbertî bû û xwedî helwesteke bi rûmet bû. Wê ne jiyaneke wekî ya me, jiyaneke azadîperest hilbijart. Em malbat serbilind in ku şehîdeke me ya wisa heye. Em ê heta dawiyê li ser şopa wan bin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser her 5 şehîdan hate temaşekirin.