Roja vejînê li Stûttgartê hat pîrozkirin
Remzî Kartal tevgera vejînê pîrozkir û diyarkir ku tevgera azadiya Kurd bûye hêvî û çavkaniya têkoşîna gelan.
Remzî Kartal tevgera vejînê pîrozkir û diyarkir ku tevgera azadiya Kurd bûye hêvî û çavkaniya têkoşîna gelan.
Li bajarê Stuttgart a Elmanyayê bi wesîleya Cejna Vejînê pîrozbahiyek hat lidarxistin.
Li salona pîrozbahiyê ku gelek kes lê amade bûn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên tevgera azadiyê Hakî Karer, Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz hatin daliqandin.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bi rengê onlîne beşdarî pîrozbahiyê bû. Kartal bi silavkirina salvegera vejînê dest bi axaftina xwe kir.
Kartal da zanîn ku Tevgera Azadiya Kurd ruhê hemdem yê serdema îro ye û wiha dewam kir: “Konsepta şer a dewleta Tirk di dîrokê de li ser bingeha înkar û îmhayê pêşketiye. Zîhniyeta qirker a ku bi polîtîkaya înkarê nêzî hebûna Kurd dibe, li pêşberî tevgera me hema bêje bêçare maye. Yekem car tevgera ku bi şîrovekirina dîrokê li ser bingehek rast azadiya gelê Kurd bi rengekî bi îstîqrar aniye roja îro tevgera me bû. Vê derketinê bêhna gelek nasnameyan girt. Di vê wateyê de paradîgmaya Rêber Apo ji sînorên netewî yên Kurdistanê derketiye û li ser asta cîhanê bûye çavkaniya têkoşîn û hêviyê ya civakan. Di çarçoveya van hemû pêşketinan de pergala serdest ya Tirkiyeyê dixwaze pêşî li destketiyên gerdûnî yên tevgera netewî ya Kurd bigire. Careke din ji dil ve cejna vejînê li Rêber Apo û gelê me pîroz dikim.”
Piştre Hozan Canê, Kawa Ûrmiyê û Hasan Saglam derketin ser dikê.