Rizgar Serhildan û Zerdeşt Sîser li Cenevreyê hatin bîranîn
Ji bo Reşît Çetînkaya (Rizgar Serhildan) û Mehmet Çevîk (Zerdeşt Sîser) ên li Serhed û Garzanê şehîd bûn, li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Ji bo Reşît Çetînkaya (Rizgar Serhildan) û Mehmet Çevîk (Zerdeşt Sîser) ên li Serhed û Garzanê şehîd bûn, li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Gerîlayên HPG'ê Reşîd Çetînkaya (Rizgar Serhildan) û Mehmet Çevîk (Zerdeşt Sîser) ku hate ragihandin di sala 2015'an de li herêmên Serhed û Garzanê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Cenevreyê pêk hat û tevî xizmên Rizgar Serhildan gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Di şexsê Rizgar Serhildan û Zerdeşt Sîser de ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Hevserokê NCDK'ê Salih Saglam li bîranînê axivî û got, "Xwedîderketina li têkoşîna şehîdan wê bibe bersiva me ya li hesreta şehîdan a Rêberê azad, Kurdistana azad."
Xizmên şehîdan jî li bîranînê axivîn û diyar kirin ku wê bi bîranîna şehîdan re dilsoz bin. Piştre jî sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîdan hate nîşandan.
Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.