Remzî Kartal: Ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin

Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal di mîtînga li Strasboûrgê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hatî lidarxistin de got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîste deriyên Îmraliyê werin vekirin û girtina fîzîkî ya Abdullah Ocalan were bidawî kirin.”

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wê li gelek bajarên Ewropa tevlê mîtînga li bajarê Strasboûrg a Fransayê bûn û bêdengiya saziyên navnetewî ya li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di mîtîngê de ku li Place de la Repûblîqûe hat lidarxistin di nava wan de Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal, li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropa Zozan Serhat, li ser navê KCDK-E Fatoş Goksûngûr û gelek nûnerên saziyên enternasyol jî amde bûn.

Mîtîng piştî deqeyek rêzgirtinê destpêkir, piştre Berpirsê Têkiliyên ji Derwe ya KCDK-E Bêrîvan Firat axivî û got, “Tirkiye li ber çavê hemû cîhanê bi telîmatê Erdoganê dîktator li Kurdistanê sûcên şer dike, çekên kîmyewî bikar tîne. Bi ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan di bin tecrîdê de bêçaretî tê kûrkirin. Îro em li wir bêdengiya wan saziyan teşhîr dikîn. Tevî ku CPT’yê êşkenceya li Îmraliyê belge kir jî, lê saziyên ku li wir em li pêşiya wan in pînokyobaziya xwe didomînin.”

DIVÊ GIRTÎMAYINA WÎ BI DAWÎ BIBE

Piştre Remzî Kartal axaftinek kir û diyar kir: “Destpêkê pêwîste gelê me yê li Ewropa, li her çar perçeyên Kurdistanê û dostên wê ji bo azadiya Rêber Apo û çareseiya pirsgirêka Kurd seferber bibin.” Kartal balkişande ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Îro em nizanin bê ka rewşa Rêber Apo çiye. Em li Strasboûrgê çalakiyeke mezin dikin. Tevî ku CPT çû û derheqê jiyana Rêber Apo lêkolîn pêkanî û got ku li wê derê êşkence heye, lê dewletên endam û saziyên li vê derê bêdengia xwe diparêzin. Em ji bo xwedîderketina li Rêber Apo û azadiyê wî neçarin ku çalakiyên xwe mezintir bikin. Peyama ku em bidin raya giştî eve: Ji bo Azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîste deriyên Îmraliyê werin vekirin û girtîmayina fîzîkî ya Rêber Apo were bi dawîkirin.”

Zozan Serhat jî xeta xiyanetê ya li Kurdistanê bi destê PDK’ê derketî holê teşhîr kir û behsa tecrîda girankirî ya li Îmraliyê tê domandin kir.

Zozan got, “Çareseriya demokratîk di pirsgirêka Kurd de ji Îmraliyê derbas dibe. Em hemû dewletên Ewropa yên ji vî sûcî re şirîkiyê dikin hişyar dikin û dixwazin ku ya dikeve ser milên wan pêk bînin.”

Meş piştre li ber Parlementoya Ewropa bi çûyîna ser dikê ya Hozan Şemdîn û bi gerandina govendê bi dawî bû.