Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê: Di 11’ê Kanûnê de em dakevin kolanan
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê ji bo tevlêbûna çalakiyên di 11’ê Kanûnê de yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir.

Di daxuyaniya platformê de ev tişt hate diyarkirin:
“Înîsiyatîfa Azadî Ji Ocalan re bi sedema ku di 10’ê Kanûnê de Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan hatiye qebûlkirin, 10’ê Kanûnê wekî Roja Azadî Ji Abdullah Ocalan re îlan kiriye.
Dewleta Tirk a dagirker bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû gelên Tirkiyeyê zext û zilmê dike û dixwaze civakê teslîm bistîne. Em bang li CPT’ê dikin ku bila meşrûiyeta xwe ya saziyê bîne cih.
Rêzdar Abdullah Ocalan ne kesekî ji adetê ye. Bi milyonan kes wî wekî Rêberê xwe dibîne. Rêzdar Ocalan di şer û aştiyê de, hêviya gelên Rojhilata Navîn û hêza çareseriyê ye. Tecrîda li ser Rêber Ocalan tê wateya tarîkirina hêviyê û têkbirina têkoşîna azadiyê. Lê ligel van tiştan pergala federal a Rêber Ocalan li Rojava ketiye pratîkê û ji bo gelên cîhanê bûye hêviya Jiyana Azad.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li her dera dinyayê çalakî werin lidarxistin. Gelê Kurd di serî de em bang li hemû kesan, gelên qedîm ên Mezopotamyayê, ekolojîst, parêzvanên mafên mirovan, kedkar û karkeran dikin ku berpirsyariya xwe ya wijdanî û mirovî pêk bînin û di 11’ê Kanûnê de em dakevin kolanan.”