Pîrozbahiyên salvegera 43'an dewam dikin
Salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Reims ê Fransayê û bajarê Giessen ê Elmanyayê bi şahiyan hate pîrozkirin.
Salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Reims ê Fransayê û bajarê Giessen ê Elmanyayê bi şahiyan hate pîrozkirin.
Salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Reims ê Fransayê bi coş hate pîrozkirin. Li bajarê Giessen ê Elmanyayê jî daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê hate kirin.
REIMS
Bi wesîleya salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Reims ê Fransayê pîrozbahiyek hate lidarxistin.
Hevserokê FEDA'yê Demîr Çelîk li pîrozbahiyê axivî, salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Li ku dibe bila bibe divê gelê me têbikoşe."
Piştre hunermendê Êzidî Amar Zakîrov derkete ser dikê û bi stranên xwe yên li ser gel û berxwedanê pîrozbahî xemiland.
Hunermend Lea Gariglietti jî bi zimanên Roman, Spanî û Îtalî hunera xwe pêşkêş kir.
Di pîrozbahiyê de ku peyamên gelek sazî û rêxistinan hate xwendin, hunermend Farqîn, Nûarîn û Diyar Dersim derketin ser dikê.
Girseya gel jî heta derengiya şevê li ber stranên wan govend gerand û salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir.
GIESSEN
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Giessen ê Elmanyayê jî hate pîrozkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan sînevîzyonek li ser têkoşîna PKK'ê hate nîşandan.
Hevseroka KON-MED'ê Zubeyde Zumrut piştre axivî û qala wate û girîngiya PKK'ê ji bo gelê Kurd kir.
Hunermend Seyîdxan Dindar, Koma Hezex û Elî Gevanî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Di pîrozbahiyê de girseya gel bi qîrîna dirûşma "PKK gel e, gel nayê qedexekirin" xwest ku qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin.