Partî û saziyên Swîsrî: Em piştevanê Şoreşa Rojava, Kurdan û PKK'ê bin -NÛ BÛ

Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Swîsreyê 11'ê Kanûnê li dijî êrîşên li ser Kurdan wê li Cenewreyê mîtîngekê bikin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û bikaranîna çekên kimyewî yên li Qadên Parastinê yên Medyayê partiyên siyasî yên Swîsre û rêxistinên civaka sivîl bi pêşengiya saziyên Kurd li bajarê Cenewreyê ya Swîsreyê 11'ê Kanûnê wê mîtîngekê bikin.

Têkilî çalakiyê li ser navê saziyan daxuyanî hate dayin û hate gotin, ''Em bang dikin ku piştevaniya Tevgera Azadiya Kurd bikin.'' Her wiha di serî de Kurdistanî bang li hemû dostên Kurd û dilxwazên demokrasiyê kirin ku tevlî çalakiyan bibin.

Navenda Mafên Mirovan a Kurd, Navendên Civaka Demokratîk a Demokratîk Swîsre, Berxwedana Yekîtiya Çep (Ensemble à Gauche Resistans), Solidarité Genève, Baskê Ciwanan ê Partiya Karker (Jeunes POP Genève), Partiya Karker (Parti du Travail), Secours Rouges Genève, Engageons les Murs, CUAE (Sendîka), Partiya Sosyal Demokrat a Cenevreyê (Parti Socialiste Genève), Partiya Keskan a Cenevreyê (les Verts Genève), Şoreşger Formation (Formation Revulotion) bi daxuyaniyeke hevpar bang kirin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê hate bibîrxistin, hate diyarkirin bombe ziyanê didin qadên sivîl û hate gotin ,''Artêşa Tirk li dijî siyasetmedarên Kurd bi rengekî bi rêk û pêk doroneyan bi kar tîne.

Van heftiyên dawî yekîneyên artêşa Tirk û hevalbendên wan ên cîhadî li ser sînor kom dibin, bi dagirkeriya bejahiyê gefê dixwin. Dewleta Tirk a otorîter û faşîst van du salên bihurî serî li camewerîkirina nifûsê, tecawiz û înfazê dike. Bi van rêbazên ku sûcê mirovahiyê ne ji niha ve E frîn û Serêkaniyê dagir kirine.

Rejîma faşîst a Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Bakur û Tirkiyê li dijî hemû tevgerên pêşverû polîtîkaya otorîter didomîne.'' Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rejîma Erdogan bi hezaran rewşenbîr, nûçegihan, hunermend û siyasetmedarên Kurd û Tirk digire dixe zindanan.

Têkilî êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistnaê jî hate gotin, ''Artêşa Tirk li Başûr li ser xaka Iraqê bi dehan barehan datîne. Herêma Şengalê, kampa penaberan a Mexmûrê û kozikên gerîlayên Kurd ên li çiyayan bombe dike, li dijî gerîlayan û siyasetmedarên kurd operasyon û suîkastan dike.

Berxwedana bi lehengî ya şervanên azadiya Kurdistnaê nahêle ku artêşa Tirk bi pêş ve biçe û vê herêmê kontrol bike. Ev ji salekê zêdetir e Hêzên Ezmanî yên Tirk li gel qedexeya navnetewî jî gazên kujtinê û çekên din ên kimyewî bi bombebaranan de bi kar tîne.

Em bang li her kesî dikin ku li dijî sûcên şer ên dermirovî yên hêzên paşverû yên Tirk piştevanê şorşa Rojava, gelê Kurd û PKK'ê bin.

Tevgera Azadiya Kurd ev ji 40 salî zêdetir e li dijî kapîtalîzmê û rejîmên milliyetgir ên xwînmij ên weke Tirkiyê weke hêzeke altarnatîf li ber xwe dide. Ev hêza alternatîf îro li herêma otonom a Rojava tê avakirin. Sê lingên siyasî yên vê şoreşê jî ji perspektîfa antî-kapîtalîst azadiya jinê, ekolojî û demokrasiya radîkal e. Ev têkoşîna şoreşger bi pratîka xwe nîşanî me dide ku cîhaneke dî pêkan e.  Ev modêla jiyanê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn ku rejîmên ultra-otorîter û hêzen emperyalîst ji bo zemînê ketine pêşbirkê, hêviyek e.''

Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê jî bang kir ku gelê Kurd ê welatparêz tevlî çalakiyê bibin ku bi çarçoweya ''10'ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Ji Ocalan re Azadî'' bi pêşengiya sazî û dezgehên Swîsrî û enternasyonalîstan pêk were.

Çalakî 11'ê Kanûnê saet 14:00'an li Cenewreyê li Meydana Place Neuveyê wê were kirin.