Parlementoya Brîtanyayê qedexeya li ser PKK’ê nîqaş kir
Parlementoya Brîtanyayê derxistina PKK’ê ‘ji lîsteya terorê’ anî rojeva xwe.
Parlementoya Brîtanyayê derxistina PKK’ê ‘ji lîsteya terorê’ anî rojeva xwe.
Parlementerên koma APPG ku ji Partiya Karker, Muhafazakar û SNP’ê pêktê, êrîş û zextên li ser Kurdan xistin rojeva parlamantoya Brîtanyayê.
Li parlamantoyê rapora meha Hezîrana 2021’an a di bin sernavê “Nûnertiya Siyasî ya Kurd li Tirkiye û Wekhevî” de hate nîqaş kirin.
Di raporê de zextên li ser mûxalefeta Kurd li Tirkiyeyê yek bi yek tê destgirtin. Her wiha di raporê de biryara Dadgeha Bilind ya Belçîkayê ya debarê derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê jî tê bibîrxistin û ji hikumeta Brîtanyayê tê xwestin ku nêrîna xwe ya derbarê PKK’ê de li berçavan re derbas bike.
Her wiha di raporê de îşaret bi binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê û daxwaza çavdêriyeke bihêz ji bo firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê tê kirin.
Piştî raporê axaftina serokê APPG û parlementerê Partiya Karker Lloyd Russell Moyle mohra xwe li rojevê xist.
Moyle, PKK’ê weke nûnerê gele Kurd bi nav kir û xwest ji lîsteya ‘Teror’ê were derxistin. Her wiha biryara Dadgeha Belçîkayê ya ‘PKK partiyeke rewaye’ jî hate bibîrxistin.
Parlementerên din ên heman komê ên piştî Moyle mafê axaftinê girtin jî daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê kirin.
Di rûniştinê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate destgirtin.