Ozgur Bagok û du hevalên wê li Darmstadtê hatin bîranîn
3 gerîlayên ku ji ber êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk di 3'ê Îlonê de şehîd bûn, li Darmstadtê hatin bîranîn.
3 gerîlayên ku ji ber êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk di 3'ê Îlonê de şehîd bûn, li Darmstadtê hatin bîranîn.
Ozgur Bagok (Fatma Balica), Serhildan Mordem (Serdar Dînç) û Argeş Botan (Hasan Emcur) ku 3'ê Îlonê li qada Girê Sor a herêma Avaşînê ji ber êrişa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk şehîd bûn, li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û kesên hatin sersaxiyê ji aliyê malbata Ozgur Bagok ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan xalê Ozgur Bagok Abdûrrahman Varçin bi navê malbatê axivî. Varçin di şexsê Ozgur Baok de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û destnîşan kir ku şehîd ne tenê şehîda wan e şehîda tevahiya Kurdistaniyên welatparêz e.
Murşîde Oltan jî bi navê KOMAW'ê axivî û anî ziman ku ji bo azadiyê bi dehan sal in berdêlên giran têne dayin û niha li dijî gelê Kurd şerekî gelekî qirêj û bê exlaq tê meşandin. Murşîde Oltan destnîşan kir kud ewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî re li dijî mirovahiyê sûc dike.
Murşîde Oltan diyar kir ku di serî de malbatên gerîla û şehîdan divê her kes xwedî li gerîlayên azadiyê, berxwedêrên li zindanan û şoreşgerên li Girava Îmraliyê li ber xwe didin derkevin û got, îro bi saya şehîdan gihîştine asta heyî.
Nûnera Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê jî diyar kir ku artêşa Tirk li pêşberî gerîla têk çûye, lewma bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên şer dike û destnîşan kir ku gelê Kurd wê berxwedana xwe dewam bike.
Piştî nîşandana sînevîzyonê bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.