Olaf Scholz bû Serokwezîrê Elmanyayê
Olaf Scholz weke serokwezîrê nû yê Elmanyayê sond xwar û bi vî rengî desthilatdariya 16 salan a Angela Merkel bi dawî bû.
Olaf Scholz weke serokwezîrê nû yê Elmanyayê sond xwar û bi vî rengî desthilatdariya 16 salan a Angela Merkel bi dawî bû.
Serokwezîra berê Angela Merkel serokwezaretî radestî Olaf Scholz kir. Scholz soz da ku ji bo destpêkeke nû ji bo Elmanyayê çi ji destê wî bê ew ê bike.
Merkel jî dawî li karyera xwe ya siyasî ya 31 salan anî.
Sosyal Demokrat ên li Çep a Navendî wê tevî Keskan û Demokratên Azad hikumetê bi rê ve bibe.
Scholz ê 63 salî dawiya meha Îlonê Sosyal Demokrat di hilbijartinê de bi ser xistibû.
Meclîsa Federal a Parlamenta Elman li hemberî 303 dengên dijber bi 395 dengan piştgirî dan Scholz. Piştre jî Serokkomar Frank-Walter Steinmeier bi rengekî fermî Scholz weke nehemîn şansolyeyê federal wezîfedar kir.
Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Kesk û Partiya Demokratên Azad roja Sêşemê li ser peymana koalîsyonê li hev kiribûn.
Temamiya 16 wezîrên hikumeta nû jî roja Çarşemê sond xwarin û bi vî rengî bû yekemîn desteya wezîran a Elmanyayê ku nîvî bi nîvî ji jin û mêran pêk tê.