Nûneriya Rêveberiya Xweser û Şaredariya Veveyê li hev rûniştin

Nûneriya Swîsre ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Şaredariya Veveyê li hev rûniştin.

Têkilî êrîş û ambargoya li ser Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi çarçoweya hevdestekkirinê li gelek navendên Ewropayê hevdîtin çêdibin. Li ser vê bingehê îro piştî gelek hevdîtinên li bajarê Cenevreyê şande û rêveberiya Şaredariya Veveyê li hev rûniştin.

Şandeya Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku ji Wezîrê ji Rêveberiya Xwecih Berpirs Cîhat Omar, nûnera AANES'ê Medea Hasan û Hîkmet Ibrahîm pêk hatî ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve bi Alîkarê Şaredara Veveyê Gabrîella Kamepf ve hatin cem hev.

Oemer di hevdîtinê de geşedanên têkilî şerê li herêmê, êrîşên dagirker ên Tirk, qutkirina av û elektrîkê ya li ser herêmê û ambargoya li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê veguhazst. 

Di hevdîtinê de her wiha têkoşîna gelên heremê ya li dijî DAÎŞ'ê, pergala demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê hate vegotin. Her wiha bang hate kirin ku destekê bidin projeyên ji bo başkirina şertên mirovên ku ji şer karîger bûn.

Herwiha nûnerên AANE'ê jî ji bo ku bi şaredariyên şoreşger û demokrast ên Ewropayê re têkiliyan geş bikin û projeyan ji bo dahatuya herêmê biafirînini duh hevditinên xwe yên bi Swîsreyê re qedandin û îro jî wê sazî û şaredarên Stockholmê re li hev rûnin.