Nobedarên vê hefteyê koma ji Mannheimê ye
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasbourgê tê lidarxistin, bi koma ji bajarê Mannheimê dewam dike.
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasbourgê tê lidarxistin, bi koma ji bajarê Mannheimê dewam dike.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Strasbourgê yê Fransayê 489 hefte ne çalakiya nobedê tê lidarxistin.
Her hefte komeke nû ji Kurdistaniyan û dostên wan ên li Ewropayê dibin nobedar. Vê hefteyê jî koma ji bajarê Mannheimê yê Elmanyayê dest bi çalakiyê kir.
Kom ji Çiyager Pirsûs, Tûncer Mazî, Mûstafa Yilmaz û Halîl Yucel pêk tê.
Çiyager Pirsûs bi navê komê axivî û got, "Rêberê me bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye û em nikarin agahiyê jê bigirin." Çiyager Pirsûs got, "Rêberê me îradeya me ye."
Pirsûs bi dewamî got, "Ewropayê bi bêdengiyê nîşan da ku hevparê sûcê li dijî Rêberê me û gelê me ye. Heta ku Rêberê me û gelê me azad nebe têkoşîna me wê bi dawî nebe."