Nobedarên vê hefteyê endamên Meclîsa Şehîd Armanc a Zurîchê ye
Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 10 sal in pêk tê, bi endamên Meclîsa Zurîchê ya Şehîd Armanc dewam dike.
Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 10 sal in pêk tê, bi endamên Meclîsa Zurîchê ya Şehîd Armanc dewam dike.
Ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya fîzîkî ya Ocalan, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bi pêşengiya 'Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re' li bajarê Strasbourgê yê Fransayê çalakiya nobedê pêk tê. 'Nobeda Azadiyê' kete hefteya 494'an.
Çalakiya ku nêzî 10 sal in ji aliyê saziyên Ewropayê ve bi biryardarî tê meşandin, her hefte bi komeke cuda ya ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dewam dike.
Nobedarên vê hefteyê jî endamên Meclîsa Şehîd Armanc Cuneyt Hacioglû, Ubeyît Kûtûm û Vedat Urper e ku ji bajarê Zurîch ên Swîsreyê tevlî çalakiyê bûne.
Cuneyt Hacioglû bi navê komê axivî û bi bîr xist ku gelê Kurd deh sal e li ber saziyên Ewropayê qala sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê dike, lê belê tevî vê yekê jî saziyên Ewropayê çareseriyeke mayinde peyda nekirine.
Cuneyet Hacioglû destnîşan kir ku bêdengiya sazî û welatên Ewropayê hevkariya bi vî sûcî re ye û destnîşan kir ku gelê Kurd wê dest ji têkoşîna xwe bernede. Cuneyt Hacioglû got, "Tecrîda li ser Rêberê me tecrîda li ser gelê me ye. ŞLewma rakirina tecrîda li ser Rêber Apo gava ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd e. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e ku bi salan e ku komkujî lê tê kirin û mafên wan têne binpêkirin."
Cuneyt Hacioglû bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku xwedî li çalakiyê derkevin û anî ziman ku li Tirkiyeyê bi her awayî kiryarên antî demokratîk hatine ceribandin, cihê ku ev kiryar lê hatiye bicihanîn jî Îmrali ye û got, rêya avakirina paşeroja azad, têkoşîna li dijî tecrîdê ye.