Nobeda Azadiyê bi koma ji Darmstadt'ê dewam

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di sala 10'an de bi biryardarî dewam dike. Nobedarên vê hefteyê jî koma ji Darmstadtê ye.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dewam dike, kete hefteya 485'an. Nobedarên vê hefteyê jî komek ji bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê ye. Nobedar jî Nadîr Bîngol, Zekiye Aktaş, Selîm Ogan û Fevzî Ozçelîk e.

Nadîr Bîngol bi navê komê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in tecrîdkirî ye û ev dîlgirtin ji bo wan şermeke.

Bîngol êrişa polîsên Fransayê ya li hemberî mîtînga dawiya vê hefteyê ya li Strasbourgê şermezar kir.

Bîngol anî ziman ku Ewropa li pêşberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê bêdeng e û destnÎşan kir ku azadî tenê bi berxwedanê dibe.

Bîngol got, "Heta ku tecrîda li ser Rêber Ocalan neyê rakirin û azadî neyê misogerkirin nepêkane ku pirsgirêka Kurd bê çareserkirin."

Nadîr Bîngol diyar kir ku gelê Kurd li dijî komkujiyên dewleta Tirk dike, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan divê timî çalakiyan bike.