'Nobeda Azadiyê' bi endamên Civaka Îslamî ya Kurdistanê dewam dike
'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi endamên Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) dewam dike.
'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi endamên Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) dewam dike.
'Nobeda azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li pêşiya saziyên Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dest pê kir û bû çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê, kete hefteya 486'an.
Çalakiya ku di sala dehan de ye, her hefte ji aliyê komek ji Kurdên li welatekî Ewropayê ve tê meşandin.
Li gel serma, germahî, berf, baranê çalakger her roj daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Çalakger tevahiya rojê nobedê digirin, têkildarî Ocalan broşur û belavokan belav dikin, diyalogê bi mirovên li derdorê re dikin û hewl didin ji Ewropiyan re qala Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd bikin.
Jin, ciwan, dayik û xizmên şehîdan, nûnerên saziyên Kurdan, saziyên baweriyan, siyasetmedar, hunermend û her beşên ji civakê tevlî çalakiyê dibin.
Nobedarên vê hefteyê endamên Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Salih, Mele Kasim, Rojhat Adar, Hifzi Torî ne.
Mele Salih bi navê komê axivî û bi bîr xist ku ew di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de ye û anî ziman, hêzên navneteweyî bi rêya komployê xwestin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tasfiye bike.
Mele Salih got, "Ji wan hebû ku bi girtina Rêberê me wê karibin Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tasfiye bikin" û destnîşan kir ku di rewşa heyî de bi berxwedana Ocalan a li Îmraliyê komplo hatiye pûçkirin.
Mele Salih got, "Bi berxwedana Rêber Apo re gelê Kurd wê hîn bi berxwedêrî û bi xurt têbikoşe. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê wê mezintir bibe."
Mele Salih bal kişand ser gotina "Pirsgirêka Kurd nîne" ya Serokkomarê Tirk Erdogan û got, "Pirsgirêka me bi zîhniyeta ku dibêje 'pirsgirêka me ya Kurd nîne' heye. Madem pirsgirêka Kurd nîne, ev tirs û fikarên we ji ber çi ye?"
Mele Salih diyar kir ku dewleta Tirk li pêşberî têkoşîna Kurdan tawîzê dide Emerîka û Rûsyayê û got, "Pirsgirêka Kurd qesrên wan dihejîne." Mele Salih destnîşan kir ku pirsgirêk tenê bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê Kurd dikare çareser bibe.