NAV-BEL'ê ji bo nobeda li Strasborgê bang kir
NAV-BEL'ê ji bo nobeda li Strasbourgê ya 10'ê Kanûnê banga tevlîbûnê kir.
NAV-BEL'ê ji bo nobeda li Strasbourgê ya 10'ê Kanûnê banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya NAV-BEL'ê de hate ragihandin ku li dijî êrişên li ser Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî divê gelê Kurd bi hev re tevbigere.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "10'ê Kanûnê roja Înê saet di 10:00 de em ê li Strasbourgê dosyayekê pêşkêşî Konseya Ewropayê bikin. Piştre jî em ê li çalakiya nobedê bin. Em bang li xelkê xwe yê li Belçîkayê dikin ku tevlî nobeda li Strasbourgê bibe."