Mîtînga li Napoliyê: Gel wê Abdullah Ocalan azad bikin

Bi tevlêbûna çalakvanên Keştiya Azadiyê ya bi daxwaza ji ‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî’ li ber Walîtiya Napoliyê mîtîngek hat lidarxistin.

Nêzî 40 akîtîvîstên ku 9’ê Mijdarê ji Atînayê bi rê ketin, piştî ku gihîştin bendera Napoliyê ji aliyê girseya bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin û ber bi avahiya Walîtiyê ve meşiyan. Di tevahiya meşa ku li navenda bajarê dîrokî pêkhat de belavokên bal dikişînin li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin, axaftin hatin kirin û azadiya wî hat xwestin.

Di mîtînga li ber avahiya Walîtiyê de hat lidarxistin de li ser navê çalakvanên Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî Nûrsel Aydogan axifî û got; “Îro em di nava dost û hevalên xwe de ne.”

Aydogan wiha pêde çû: “Azadî yekane nirxe ke ku di dîroka mirovatiyê de winda nabe. Ji bo vê jî gelek berdêlên mezin hatine dayîn. Ocalan ku bi komployeke navnetewî li girtîgeha Îmraliyê hatiye girtin jî ji bo azadiya gelê Kurd berdêlan dide.”

“EM Ê SÎSTEMA ÊŞKENCE YA ÎMRALIYÊ QEBÛL NEKIN”

Nûrsel Aydogan her wiha diyar kir, “Birêz Ocalan ji zû ve ye ku cihê xwe wek şoreşger û rêberê gelekî yê ji bo azadiya gelê Kurd di têkoşîna mirovatî û azadiyê ya gelên cîhanê girtiye.”

Aydogan tekez kir “Êdî sîstema êşkence ya Îmralî ya 23 salan ji bo me nayê qebûlkirin” û wiha axaftina xwe domand, “Ev yek ne di hiqûqa navnetewî, ne di hiqûqa hindurîn a Tirkiyeyê û ne jî di hiqûqa mirovî de cihê xwe tune ye. Tecrîda mutleq ya girankirî, mirovî, hiqûqî û wijdanî nîne.

(…) 12’ê Mijdarê îro hatina me ya Îtalyayê ne tesaduf e. Roja ku Birêz Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî hatiye Yewnanistanê, ji wê derê ber bi Moskovayê û ji wê derê jî hatiye Îtalyayê ye.

Tifaqa me ya rasteqîn ne bi dewletan re, bi gelan re ye.

Her ku piştevaniya gelan mezin dibe, wê rêya ku diçe azadiya Birêz Ocalan jî wê teqez vebe. (…) Êdî nabe rêzdar Ocalan were girtin û tecrîdkirin. Pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê bêyî azadiya Birêz Ocalan ti carî çareser nabe.”

Êvarî jî wê panel û konserek were lidarxistin.