Meşa li Dusseldorfê: Duh Vîetnam îro Kurdistan

Kurdistaniyan bi gotina ‘Kurd bi çekên kîmyewî dimire!’ bal kişandin li ser êrişên dewleta Tirk û bêdengiya dewletên Ewropa û firotina çekan ji Tirkiyê re protesto kirin.

Kurdistaniyn li eyaleta Ren Vestfalya (NRW) ya Bakur a Elmanyayê dijîn bi meşekê dewleta Tikr yê li hemberî gerîla çekên kîmyewî bikar tîne şermezar kirin.

Meşa li paytexta eyaletê Dusseldorfê ji aliyê FED-MED, NRW YJK-E, TekoJIN û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hat organîzekirin.

Di meşa ku piştî nîvro saet 14:00’an li ber DGB Haûs destpêkir, çalakvanan cilên spî yên bedena mirov ji madeyên kîmyewî diparêze bi rengekî sembolîk liber kirin. Di pankarta li pêşiya meşê de hatibû nivîsandin “Kurd bi çekên kîmyewî dimirin!” û wêneyên Mihemed ê li Rojavayê Kurdistanê di encama êrişên kîmyewî de bi giranî birîndar bibû nîşan dida hatibû cihkirin.

Dîsa gelek pankart û dovîz hatin hilgirtin û bi vî rengî bal hat kişnadin li ser êrişên ku dewleta Tirk li hemberî gerîla û sivîlan dike. Li ser hin pankartan nivîsên mîna “Êrişên kîmyewî û biyolojîkî yên li Kurdistanê rawestîne” û “Duh Vîetnam, îro Kurdistan” hatibûn nivîsandin.

Her wiha bi şêweyekî sembolîk bi dehan dronên ku êrişên bi çek dikin hatin hilgirtin û dewletên Ewropa ji ber çekan difroşin Tirkiyê hatin protestokirin. Bêdengiya wan dewletan li hemberî sûcên dewleta Tirk jî hat rexnekirin.

Li ser navê YJK-E Yildiz Fîlîmcî axaftinek kir û got, “Êrişên li Qadên Parastina Medya li hemberî gerîla tên kirin, êrişên li hemberî gelê Kurd hatine kirin e. Ya tê xwestin ku di şexsê Tevgera Azadiya Kurd de biwedînin û qir bikin, gelê Kurd bi xwe ye. Rawestana van êrişan di destên me de ye. Çiqasê em xwedî li doza xwe derkevîn wê welatên Ewropa û raya cîhanê jî ewqasê xwedî derkevin.”

Hevserokê FED-MED’ê Ahmet Elmas jî ragihand ku dewleta Tirk li hemberî gerîla û gelê Kurd bi çekên kîmyewî êrişan dike û ewê li hemberî wê netirsin û berxwedanê bidomînin.

Elmas her wiha bang li OPCW’ê kir ku erka xwe pêk bîne.

Piştî ku HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku dewleta Tirk ji 24’ê Nîsanê heya niha 323 caran çekên kîmyewî û gazên jehrî bikar aniye, Kurdistanî bi hefteyane dadikevin qadan û van êrişan şermezar dikin.