Mele û alimên Kurd: Dem dema hevgirtinê ye

Mele û alimên Kurd ên li koçberiyê, li bajarê Kolnê konferansa xwe li dar xistin. Di encamnameya konferansê de hate destnîşankirin ku li dijî êriş û dagirkeriya li ser Kurdistanê dem dema hevgirtinê ye û bang li gelê Kurd hate kirin.

"Konferansa Mele û Alimên Kurd ên li Koçberiyê" 31'ê Cotmeha 2021'ê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê pêk hat. Konferans bi beşdariya sed mele û şêxan li Navenda Civaka Îslamî ya Kurdistanê hate lidarxistin.

Di konferansê de rewşa Kurdistanê û alema Îslamê hate nirxandin. Ji neviyên Şêx Seîd Efendî Şêx Hesen jî li konferansê axivî

Qisekeran hemûyan bal kişandin ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û gotin, "Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye. Di nava vê rewşê de berpirsyariya me jî heye. Her wiha erka me ye ku em yekîtiya xwe pêk bînin."

Di axaftinan de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk îsal li Başûrê Kurdistanê bêhejmar gaza kîmyewî bikar aniye û hema bêje her roj li Efrînê jî sûcan dike. Meleyên Kurdistanî meleyên Tirk ên ku van êrişan rewa dibînin jî rexne kirin.

Piştî konferansê daxuyaniya dawî hat ragihandin.

Di encam nameyê de bang li DYE, welatên Ewropayê bi taybetî jî Elmanyayê hate kirin ku neheqiya bi Peymana Lozanê re li Kurd û Kurdistanê hatiye kirin bi dawî bikin.

Di encamnameyê de işaret rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û bang li her kesî hate kirin ku piştgiriyeke xurt bidin Kampanya ji bo Azadiya Ocalan.

Ji bo Kurdên li seranserê cîhanê jî ev bang hate kirin, "Di meseleyên Kurd û Kurdistanê de divê herî kêm di xalên hevbeş de em bibin yek. Ji bo ev hovîtiya ku li ser gelê me tê kirin bi dawî bibe, divê em li hember milet û welatê xwe xwedî berpirsyariyan be. Divê dest ji hevkariya bi dijmin re bê berdan."

Di dawiyê de encamnameyê de jî hate gotin, "Dem dema piştgirî û hevgirtinê ye."