Mam Beşîr wê bi merasîmekê were bibîranîn -NÛ BÛ
Koordînasyona Civaka Êzîdî a Ewropayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Mam Beşîr wê di 7'ê Mijdarê de li bajarê Emmerichê were bîranîn û bang kir ku civaka Êzidî tevlî merasîma bîranînê bibe.
Koordînasyona Civaka Êzîdî a Ewropayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Mam Beşîr wê di 7'ê Mijdarê de li bajarê Emmerichê were bîranîn û bang kir ku civaka Êzidî tevlî merasîma bîranînê bibe.
Koordînasyona Civaka Êzîdî a Ewropayê ji bo Mam Beşîr ku 14'ê Kanûna 2020'an bi krîza dil çûbû ber dilovaniya xwe daxuyaniyek da.
Koordînasyonê ragihand ku 7'ê Kanûnê Mam Beşîr wê bi merasîmekê li bajarê Emmerichê yê Elmanyayê were bibîranîn. Koordînasyonê banga tevlêbûna li merasîmê kir û got, ''Banga me bi taybetî li civaka Êzidî û hemû welatparêzan e ku bi dilgermiya Mam Beşîr tevlî vê merasîmê bibe û li cem rêheval û malbata wî cîhê xwe bigire.''
Daxuyaniya Koordînasyona ya Civaka Êzîdî ya Ewropayê wiha ye: ''Heval Beşîr di demek kurt de bi dilgermî û fedekariya xwe ye giran, xwe xist dilê her Şengaliyekî û layîq bû ku Civaka Şengalê wî wek Mam Beşîr, Mamê xwe ên duyemîn bi nav kir.
Mam Beşîr wek sozê dayî bi her awayî kete nava hewldanan ku kar û xebatên ji Mam Zekî nîvco mabûn temam bike û têxe bin xizmeta berxwedana Şengalê, lingekî wî li Şengalê bû lingê dî li Ewropa bû, ji bo lobî û pêşxistina diplomasiya Şengalê. Bi van têkiliyan wî gelek pêwistiyên civaka Şengalê wek bîrên avê, dibistanên zarokan û her wekî din avayên taybet pêk anîn. Soz û daxwaza wî ew bû ku xem û xeyalên Mam Zekî pêk weyne, yekîtî û tifaqa Êzidiyan xurt bike û Êzdîxanê ava bike.
Mam Beşîr ev dilsozî heta deqa dawî a jiyana xwe jî berdewam kir, hetanî roja 14'ê Kanûnê 2020´an ku ji bo me bû rojek reş, Mamê me Mam Beşîr bi krîza dil jiyana xwe ji dest da û li Şengala cihê bav û kalan tevlî karwanê şehîdan bû. Em di kesayeta Mam Beşîr de, di serî de Mam Zekî Şengalî, siwarên Azadiyê Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, dîsa rêhevalên wî Zerdest Şengalî, Sihîd Hesen û hemî Cangoriyên Êzdîxan û Tevgera Azadiyê bi bîr tînin û soz didin ku rêya wan bişopînin.
Wek ku civaka me dizane ji ber sedemên vê nexweşiya Korona ku wê demê jiyan li tevahiya cîhanê rewastandibû, me ne wek rêxistin û ne jî malbatê wek erf û edetên bav û kalan bi taybetî li Ewropa cîhê ked û emeka Mam Besîr, nikanibû merasîmek berfireh pêk weynin, ji ber vê em di salvegera şehîdbûnê ya Mam Beşîr de vê mersîma bîranînê a taybet pêk tînin.
Bi vî asasî roja 07.11.2021'an hemî dilsozên rêya Mam Beşîr vedixwînin vê merasîma Bîranîna Wî. Banga me bi taybetî li civaka Êzidî û hemû welatparêzan e ku bi dilgermiya Mam Beşîr tevlî vê merasîmê bibe û li cem rêheval û malbata wî cîhê xwe bigire.''
Bîranîn wê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Emmerichê yê Elmanyayê pêk were.