MŞD'ê kongreya xwe ya 4'emîn pêk anî
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) kongreya xwe ya 4'emîn pêk anî û rêveberiya xwe nû kir.
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) kongreya xwe ya 4'emîn pêk anî û rêveberiya xwe nû kir.
Kongreya 4'emîn a Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) li Navenda Çand û Dîroka Êzidxanê ya li bajarê Lohne yê Elmanyayê pêk hat. Kongre bi beşdariya 60 delege û mêvanan pêk hat.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Êzidxanê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, dîwan hate hilbijartin û Hevserokên MŞD'ê Fîkret Îgrek û Bihar Şengalî bi xêrhatina beşdaran kir.
Di kongreyê de rapora MŞD'ê ya li ser rewşa siyasî û karên 2 salên dawî hatin kirin, hate xwendin.
Di raporê de hate bibîrxistin ku bi deh hezaran Êzidî piştî fermana li Şengalê li cîhanê belav bûne û hate destnîşankirin ku bi vê siyaseta qirkirinê re ne tenê civakek, olek û çandek her wiha mîrateyeke mmirovahiyê jî tê tunekirin.
MŞD'ê bal kişand ser nêzî 200 hezar Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê ku weke êsîran ji aliyê PDK'ê ve têne girtin û pîlanên li ser Şengalê têne kirin bi bîr xist.
Bi taybetî Peymana 9'ê Cotmehê ya navbera PDK û hikumeta Kazimî li ser Şengalê hate amadekirin, hate bibîrxistin û hate gotin ku ev peyman bi koordÎneya dewleta Tirk tê meşandin.
Di dewama raporê de saziyên rêveberî, parastin û xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser a Şengalê weke destketiyên girîng ên civaka Êzidî hatin pênasekirin û işaret bi girîngiya parastina van destketiyan hate kirin.
Piştî xwendin û nirxandina rapora MŞD'ê, peyamên Rêveberiya Xweser a Şengalê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Yekîtiya Partiyên Suryanî, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-E), Navenda Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê (NAV-YEK), Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî hatin xwendin.
Di van peyaman de jî hate destnîşankirin ku ji bo misogerkirina statuya Şengalê, ji bo têkbirina pîlanên li ser Şengalê têne kirin, pêwîstî bi tifaqa Êzidiyan heye.
Di dawiya kongreyê de jî hilbijartin hate kirin.
Ji bo rêveberiya nû ya MŞD'ê 11 kes hatin hilbijartin ku rêveberî wê hevserokên MŞD'ê di nava xwe de hilbijêre.