Li Wûppertalê dewleta Tirk a çekên ’kîmyewî'bikar tîne protesto kirin
Li bajarê Wûppertal a Elmanya bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser gerîlayan bi çalakiyekê hate protestokirin
Li bajarê Wûppertal a Elmanya bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser gerîlayan bi çalakiyekê hate protestokirin
Çalakî bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Viyan a Wûppertalê ve li pêşiya Wûppertal WDR (Televîzyona Dewletê ya Elmanya’ hate kirin.
Çalakî saet 11:00’an destpê kir û nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a dagiker ku çekên kîmyewî bikar tîne hate dayîn.
Çalakvanan anî ziman ku dewleta Tirk sûcê mirovahiyê dike, di serî de bêdengiya dewleta Elman, medya wê û hêzên navneteweyî şermezar kirin.
Di daxuyaniya hate xwendin de banga hestyariyê hate kirin. Dosyayek têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker dan rêveberên WDR’ê.