Li Viyanayê çalakî hat lidarxistin: Çalakvanan serbest berdin
Li Viyanayê bi armanca protestokirina destgîrkirina 55 ciwanên ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Dewleta Tirk li ber OPCW’ê çalakî lidarxistibûn, çalakiyek hat lidarxistin.
Li Viyanayê bi armanca protestokirina destgîrkirina 55 ciwanên ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Dewleta Tirk li ber OPCW’ê çalakî lidarxistibûn, çalakiyek hat lidarxistin.
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê ji bo şermezarkirina destgîrkirina 55 ciwanên ku 3’ê Kanûnê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk çalakî lidarxistibûn, li ber Sefaretxaneya Hollandayê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de ku ji aliyê Komeleya Çanda Kurd hatibû organîzekirin de pankartên li ser hatibûn nivîsandin, “Tirkiye bi kîmyewiyê qetildike” û “Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî cihwarên Kurdan rawestînin” hatin vekirin.
Her wiha di çalakiyê de hat xwestin ku 55 ciwanên hatibûn destgîrkirin serbest werin berdan.