Li Torontoyê serfiraziya Kobanê hate pîrozkirin
1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê li bajarê Torontoyê yê Kanadayê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.
1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê li bajarê Torontoyê yê Kanadayê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.
Kurdistanî û dostên wan li Meydana Dundasê hatin cem hev û 1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê pîroz kirin.
Girse saet 14:00'an li hev kom bû, bi pankart û afîşan bal kişandin ser giringiya serfiraziya Kobanê.
Çalakger li cihên herî şên ên bajêr bi dirûşmên, ''Bijî berxwedana gerîla'', ''Bijî Serok Apo'', ''Bijî berxwedan Rojava'' meşiyan.
Çalakger heta ber avahiya şaredariya berê Old Cîty Hallê meşiyan, li vir govend gerandin.
Li bajarê Lînzê ya Ewûsturya jî ji bo Roja Cîhanî ya Kobanê civîna gel hate kirin.
Li civînê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi qasî 100 kesî hazir bûn.
Civîna gel bi deqeyek rêzigirtinê dest pê kir. Di civînê de giringî û bandora serfiraziya Kobanê hate destnîşankirin.