Li Torontoyê êrişên kîmyewî hate protestokirin
Kurdên li Torontoyê dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî bi kar tîne û saziyên ku bêdeng dimînin, protesto kirin.
Kurdên li Torontoyê dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî bi kar tîne û saziyên ku bêdeng dimînin, protesto kirin.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê êrişên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) a ku li hemberî êrişan bêdeng dimîne, hate protestokirin.
Gel li qada Bloorê hatin ba hev, bi pankart û afîşan bal kişandin ser êrişên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike.
Çalakger li rêyên şên ên bajêr, 2 saetan bi sloganan meşiyan.
Di meşê de sloganên ‘Bijî berxwedana gerîla’, ‘Bijî Serok Apo, ‘Erdoganê qatil’ hatin berzkirin.
Li vê derê daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk gaza kîmyewî bi kar tîne, sûcê mirovayetiyê dike. Dewletên li rojava û saziyên ku li hemberî vê hovîtiyê bêdeng in, hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi sedan caran gaza kîmyewî bi kar aniye.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan û bal kişandin ser sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker.
Di meşê de belavokên bi Îngîlîzî jî hatin belavkirin.