Li Stuttgartê Roja Kobanê ya Cîhanê: Bi 5 qatî zêdetir polîs li dora çalakgeran bûn

Li Stuttgartê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi meşekê hate pîrozkirin. Lê belê nêzîkatiya polîsên Elman a li çalakiyê ne kêmî ya polîsên Tirk bû.

Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E), Rote Hilfe û rêxistinên din ên civakî yên ser bi RISEUP 4 ROJAVA mîna li gelek deverên cîhanê li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê jî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi meş û mîtîngekê pêşwazî kirin.

Çalakger bi vê armancê li kolana Lautenschlager li hev civiyan. Lê belê di vê kêliyê de li stasyona navendî û gelek nuqteyan polîsên bi kincên taybet li hev civiyan.

Beriya destpêkirina mîtîngê polîsên li derdorê xwe amade kirin ku êrişê bibin ser çalakgeran. Bi hinceta ku pankart ji metre û nîvekê dirêjtir e, ji çalakgeran xwestin ku pankartê rake. Çalakgeran jî pankart nedan, lewma destûr ji destpêkirina meşê re nehate dayin.

Piştî axaftinan destûra meşê hate dayin, lê belê vê carê jî bi hinceta dirûşman 4 caran bi sedan polîsî meşvan sekinandin. Ev astengî heta cihê mîtîngê dewam kir. Di vê navberê de 4 çalakger hatin destgîrkirin.

Kolektîfa RISEUP 4 ROJAVA astengî û êrişa polîsan şermezar kir. Bi vî rengî di çalakiya ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê de zext, astengî û êrişa polîsên Elman ne kêmî ya polîsên Tirk bû.

Tevî van hemûyan jî jin û ciwanan bi moraleke mezin 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.

Çalakger, heta berdana 4 çalakgerên ku hatin destgîrkirin ji qada mîtîngê neçûn. Çalakî danê êvarê qediya.