Li ser 'êrişên kîmyewî' 2 pêşnûme pêşkêşî Parlamenta Swîsreyê hatin kirin

Parlamenterên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Fabian Molina û Claudia Friedl êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser gelê Kurd ji hikumetê pirsîn.

Parlamenterên Parlamenta Neteweyî yên ji Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Fabian Molina û Claudia Friedl di rûniştina parlamentê de li ser helwesta Konseya Federal a têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî Kurdan û têkiliya bi dewleta Tirkiyeyê pêşnûme pirsek pêşkêş kirin.

Fabian Molina diyar kir ku gelek nûçe têne weşandin ku diyar dike; artêşa Tirk li herêma xweser a Kurdistanê (Bakurê Iraqê) gazên bi jehr bi kar aniye ku Tirkiyeyê bi vî rengî Protokola Cenevreyê, Peymana Çekên Biyolojîk, Peymana Çekên Kîmyewî û hiqûqa navneteweyî ya di vê mijarê de binpê kiriye. Fabian Molina ji Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê xwest ku bersiva van pirsan bide:

- Swîsreyê ji Hikumeta Tirk xwest ku daxuyaniyekê bide?

- Kîjan mijar di kîjan astê hate nîqaşkirin?

- Swîsre bi lêpirsîneek serbixwe ya saziyeke navneteweyî yan jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ve girêdayî ye?

- Gaza ku tê texmînkirin hatiye bikaranîn berhema Swîsreyê ye? Gelo ev yek dikare ji nedîtî ve bê? Eger bi vî rengî be, çima?

Claudia Friedl jî di pêşnûmeya xwe de bi bîr xist ku di êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê de ku li dijî Kurdên li Başûrê Kurdistanê tê kirin, li cih û warên sivîlan hatiye xistin, sivîlan jiyana xwe ji dest dane û çekên kîmyewî yên qedexekirî hatine bikaranîn. Claudia Friedl daxwaza bersiva van pirsan kir:

- Haya Konseya Federal ji van sûcdariyan heye?

- Gelo tê zanîn ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn yan na?

- Amade ye ku têkildarî van bûyeran lêpirsîneke navneteweyî bixwaze yan jî piştgiriyê bide?

Di rûniştina doh a Parlamenta Federal a Swîsreyê de, pêşnûmeya 14 parlamenteran ên ji Partiya Sosyalîst, Partiya Keskan û Solidarite hatibû pêşkêşkirin.

ANF | Wekîla Swîsreyî pêşnûmeya çekên kîmyewî pêşkêşî hikumetê kir (anfkurdi.com)