Li pêşiya Sefaretxaneya Hollandayê ya li Londonê çalakiya şermezarkirinê

Girtina 55 aktîvîstên li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya li bajarê Den Haagê yê Hollandayê, li bajarê London ê Îngilistanê hate şermezarkirin.

Komek ji ciwanên Kurd li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Bilind a Hollandayê ya li Londonê li hev civiyan û girtina 55 aktîvîstên Kurd şermezar kirin.

Di çalakiyê de ku bi pêşengiya TÊKO-JIN (Jin ên Ciwan ên Têkoşer) û TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) hate lidarxistin, tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bimire faşîzm", "Bijî berxwedana şoreşgerî" û "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Çalakgeran ji Hollandayê xwestin ku aktîvîstên Kurd tavilê bêne berdan û destnîşan kirin ku Hollanda bi vê helwestê piştgiriyê dide dewleta Tirk a ku sûcê li dijî mirovahiyê dike.

Çalakî bi çepik û dirûşman qediya.