Li pêşiya OPCW’ê bikaranîna çekên kîmyewî hate protestokirin-NÛ BÛ

Kurd û dostên xwe li Hollandayê li pêşiya avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî protesto kirin.

Kurd û dostên xwe yên ji gelek bajarên Ewropayê hatin li Laheyê li pêşiya Dîwana  Edaletê kom bûn û piştre ber bi OPCW’ê ve dest bi meşê kirin.

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur beriya meşê daxuyaniyek da û got “Îro sedema kombûna me, bêdengî û bêedaletiya Dîwana Edaletê ya Laheyê di serî de, bêdengiya hemû saziyên navneteweyî yên Ewropayê ne.”

Goksungur diyar kir ku ev bêdengî dibe sedem ku dewleta Tirk di warê qetilkirina Kurdan a bi çekên kîmyewî de cesaret bistîne.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî bang li Dîwana Edaletê kir û got “Pêdiviya gelê Kurd jî bi edaletê heye.”

Karamûs diyar kir ku bi çekên ku Ewropa difiroşe gelê Kurd tê qetilkirin û got “Erdoganê dîktator çekên herî modern li hemberî jin, zarok, kal û pîrên Kurdan bi kar tîne.”

Çalakvanan bi maske û cilên sipî li hemberî çekên kîmyewî nerazîbûna xwe anîn ziman û dovîzên ku bêdengiya OPCW’ê protesto dikin, hilgirtin.

Çalakvan dema gihiştin pêşiya OPCW’ê rê ji trafîkê girtin û wekî ku êrişên kîmyewî hatine kirin tevgeriyan.

Polîsan dora çalakvanan girt. Dema nûçe dihat amadekirin, çalakî didomiya.

Li wir Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal axivî û diyar kir, “Dewleta Tirk li Kurdistanê, li Zap, Metîna û Avaşînê gazên kîmyewî  û çekên qedexekirî bikar tîne. Dewleta Tirk di nava wan 6 meh û 11 rojan de ku dest bi êrişê kiriye, 325 caran çekên kîmyewî li hemberî gerîla bikar aniye. Di vê pêvajoyê de 33 gerîla ku piraniya wan gerîlayên jin in şehîd bûne.

Fermandariya Giştî ya HPG’ê û rêveberên KCK’ê bang li tevahiya cîhanê kirin. Gotin ku dewleta Tirk sûcên mirovatiyê pêk tîne, bêdeng nemînin. Ev yek di Parlementoya Ewropayê, Konseya Ewropayê û parlementoyên welatan de gelek caran hate ser ziman.

Ji rayedarên Yekîtiya Ewropayê pirsîn; li hemberî gelê Kurd çekên kîmyewî tê karanîn; hûn çi dikin, çima bêdeng in. Lê rastî çiye, cîhan ker, kor û lal e. Cîhan kê ye? Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa, NATO û DYE ye. Rastî çiye? Bêedaletiya ku ew sed salin li ser gelê Kurd didome ye, berdewama komploya navnetewî ye.”

Kartal di dewama axaftina xwe de bal kişande siyaseta înkar û îmhaya dewleta Tirk ya li ser gelê Kurd û bêdengiya dewletên Ewropayî ya li hemberî wê û got, “Komploya navnetewî bi destê van dewletan tê pêkanî. Ji ber vê ye ku ji Helebce û şûnde çekên kîmyewî bikar tînin. Yên tên qetilkirin Kurd in, Tirk in, ji ber vê bêdeng dimînin.

Ji ber vê li ser navê gelê Kurd û saziyên Kurd ên li Ewropayê em hatin ber Dîwana Edaletê ya Laheyê. Me got ku bila bê edaletiya li ser gelê Kurd bidawî bibe. Em hatin ber OPCW’ê. Dixwazin dengê xwe bigihînin. Êdî bese ji bêdeng mayina we ya li hemberî gelê Kurd. Êdî bese ji ji temaşevantiya we ya li qetlîamên ku gelê Kurd pêre rû bi rû maye. Em dixwazin OPCW dengê gelê me bibihîze. Li hemberî gelê Kurd çekên kîmyewî tên bikaranîn, ji ber wê biçin û lêkolîn bikin. Rastiyê derxînin holê û ji raya giştî re eşkere bikin.

Em sipasiya gelê xwe yê hatî vê derê dikin. Berxwedana wan pîroz dikin. Hêvî dikin ku her kes dengê gelê Kurd bibihîze. Heya rastiya têkildarê çekên kîmyewî derdikeve holê û bêdengî hebe, wek Kurdistaniyê li Ewropa û dostên Kurdan, emê çalakiyên xwe bidomînin. Berxwedan jiyan e, berxwedana we silav dikim.”

Girse bi berzkirina dirûşmeyan belav bû.