Li Parîsê ji bo azadiyê çalakiya konvedanê ya 5 rojî hat destpêkirin
Li Parîsê wê 5 rojan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze werin komkirin û paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê were nasandin.
Li Parîsê wê 5 rojan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze werin komkirin û paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê were nasandin.
Li paytexta Fransa Parîsê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê ya 5 rojî hat destpêkirin.
Di roja destpêkê ya çalakiyê de ku wê bi pêşengiya Navendên Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) yên li Parîs û banliyoyan were domandin, bi sedan îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin komkirin, her wiha bi sedan pirtûkên destan yên danasîna paradîgma û felsefeya Ocalan dikin hatin belavkirin.
Çalakî wê her roj di navbera saet 11:00’an û 16:00’an de bê lidarxistin.
Çalakî 6’ê Kanûnê li ber Parlementoya Fransa destpêkir û wê 10’ê Kanûnê roja Înê bi dawî bibe.
Çalakiya konvedanê her 5 rojan jî wê li ber Parlementoya Fransa ya li Învalîdesê pêk bê.