Li Parîsê 27’ê Mijdarê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin

Li paytexta Fransa Parîsê damezrandina PKK’ê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin.

Komek ciwan li Parîsê li meydana Repûblîqûe ku meydana herî qerebalix a bajêr e hatin cem hev û 43’mîn salvegera damezrandina PKK’ê pîrozkirin.

Ciwanan li ser heykela li meydana Repûblîqûe pankarta “43. Salvegera PKK’ê pîroz be” vekirin û bi fîşekên hewayî reng dan pîrozbahiyê.

Girseyê bi berdewamî dirûşmeyên “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî PKK” berzkirin.