Li Marsîlyayê ji bo bîranîna şehîdan merasîmek hat lidarixstin

Ji bo bîranîna gerîlayên şehîd li bajarê Marsîlyayê merasîmek hat organîzekirin.

Merasîma bîranîna şehîdan bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li bajarê Marsîlya ya Fransayê hat lidarxistin.

Di merasîmê şehîd Adîfe Kanîreş, Avêsta Cûdî, Berxwedan Zagros û Cesûr Axîn hatin bîranîn. Her wiha şoreşgerê Kurd Aydin Gunay jî nehat jibîr kirin.

Bi dehan kes tevlê merasîmê ku li salona DTM’ê hat lidarxistin bûn. Salon bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û wêneyên pêşengên PKK’ê hatibû xemilandin.

Li ser navê DTM’ê Erhan Tarhan axivî. Tarhan berxwedana gerîla silav kir û anî ziman ku wan ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin kampanyayek dane destpêkirin.

Malbata şehîd Adîfe Kanîreş jî axaftinek kir û got, “Di serî de Rêber Apo, serê hemû gelê Kurd sax be.”