Li Marsîlyayê çalakiya konvedanê ya ji bo hefteyekê hat destpêkirin
Di roja yekem a çalakiya konvedanê ya li Marsîlyayê ku wê hefteyekê berdewam bike de ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê gelek îmze hatin komkirin.
Di roja yekem a çalakiya konvedanê ya li Marsîlyayê ku wê hefteyekê berdewam bike de ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê gelek îmze hatin komkirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi armanca derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” çalakiya konvedanê hat destpêkirin.
Di çalakiya konvedanê ya bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) ya li Marsîlyayê ku wê hefteyekê bidome de wê di çarçoveya derxistina PKK’ ji lîsteya terorê îmze verin komkirin û xebatên agahdarkirinê werin birêvebirin. Çalakî wê her rojê ji saet 11:00’an destpêbike û saet 17:00’an jî navber bide. Roja Şemiyê wê bi meşeke girseyî bi dawî bibe.
Çalakiya îro yekeya NCDK TEV-ÇAND a li Marsîlyayê birêve bir.
Di çalakiya îro de gelek îmze hatin komkirin û belavok hatin belavkirin. Her wiha derbarê PKK’ê de agahdarî hatin dayin û broşur û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.
Pankarta “PKK tevgera azadiyê ye, ne terorîst e” ku li konê hatibû daliqandin rastê eleqeyek mezin hat.
Kona çalakiyê saet 17:00’an hat komkirin, sibe wê di saet 11:00’an de dîsa were vedan.