Li Mannheîm’ê li standa agahdarkirinê ya dijî çekên kîmyewî hat danîn

Endamên Mecilsa Jinê ya Ronahî bi danîna stanta agahdarkirinê sûcên şer ên dewleta Tirk dike teşhîr kir.

Li bajarê Mannheîm a Elmanya ji bo balê bikişînin ser karanîna gazên jehrî li ser Herêmên Parastina Medya ji aliyê dewleta Tirk, li meydana qerebalix a bajêr ya Parandeplatzê standek agahdarkirinê hat danîn.

Stand ji aliyê endamên Meclisa Jinê ya Ronahî ve hat danîn, di standê de belavok hatin belvkirin.

Her wiha li wir daxuyaniyek hate dayîn ku tê de bal hatiye kişandin li ser sûcên dewleta Tirk yên li ser Herêmên Parastina Medya û Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî pêk tîne.

Di daxuyaniyê de ku xwe spartiye daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê hatiye gotin ku ku dewleta Tirk di nava 5 mehan de 132 caran bi çekên kîmyewî êrişî gerîlayan û sivîlên herêmê bi taybetî ya 4’ê Îlonê li ser gundê Hirorê pêkanîbû û di encamê de malbatek sivîl birîndar û ji çekên kîmyewî bandor bibûn ku ji aliyê Ekîbên Aştîxwaz ên Xirîstiyan yên li Başûrê Kurdistanê hatibû piştrastkirin.

Stand saet 15:00’an destpêkir û di saet 16:30’an de bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana têkoşîna azadiyê” û “Erdoganê dîktator” bi dawî bû.