Li Lorîentê çalakiya şermezarkirinê

Kurdistanî û dostên wan li Lorîentê di nava çalakiyê de bûn. Çalakvanan bang li civaka navnetewî kir ku li hemberî bêdengiya welat û saziyên pêywendîdar helwest nîşan bide.

Li bajarê Lorîent a Fransayê Kurdistanî û dostên wan bikar anîna çekên kîmyewî li ser Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir.

Kurdistanî û dostên wan saetên êvarê li meydana Place Arîstîde-Brîand’ê hatin cem hev û belavokên têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî li ser Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk bi zimanê Fransî hatibû amadekirin belav kirin.

Di axaftinên li wir hatinî kirin de hat destnişankirin ku dewleta Tirk ku yasayên şer binpê dike, bi rengekî dermirovî sûc dike û saziyên rayedar ku li hemberî vê hovîtiyê helwest nîşan nadin şirîkê sûc in.

Nûnerên Fransî jî gotin ku ew li rex têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd cih digirin û diyarkirin ku yên duh ên li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şerê mirovatiyê kirinî weke qehreman îlan dikirin, îro li hemberî gelê Kurd 3 meymûnan dilîzin.

Çalakiya protestoyî bi dirûşmeyan bi dawî bû.