Li London û Hannoverê çalakiyên ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê

Li paytexta Îngilistan Londonê û bajarê Hannoverê yê Elmanyayê tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TÊKO-JIN bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî li dar xistin.

LONDON

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de êvara 1'ê Mijdarê li nuqteyên cuda yên bajêr çalakî li dar xistin.

Komek ji ciwanan li meydaneke qelebalix a bajêr ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girt û pişte jî bi alên TCŞ, YPG û YPJ'ê tevî meşaleyan meşiyan.

Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPJ'ê" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hatin qîrîn.

Ciwan piştî ku saetekê meşiyan, li ser dîwarên meydanên qelebalix ên bajêr nivîsên "Bijî Kobanê", "Bijî PKK", "Bijî YPJ û YPG" nivîsîn.

Bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ciwan li hev civiyan. Bi qasî 100 kes tevlî çalakiyê bûn.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê jî aktîvîstên TCŞ'ê di 1'ê Mijdarê de çalakî kirin.

Ciwanan li ser dîwarên zanîngehê, avahiyên cemaweriyê û nuqteyên qelebalix ên bajêr nivîsên "01.11 Kobanê", "Rojava", "YPG" û "YPJ" nivîsandin.