Li Londonê bikaranîna çekên kîmyawî protesto kirin
Endamên Meclîsa Kurd a Londonê li ber Parlementoya Londonê êrîşên çekên kîmyawî ya delweta Tirk a li qadên gerîla protesto kirin.
Endamên Meclîsa Kurd a Londonê li ber Parlementoya Londonê êrîşên çekên kîmyawî ya delweta Tirk a li qadên gerîla protesto kirin.
Meclîsa Gelê Kurd û Însiyatîfa Jinên Kurd li ber parlementoya Brîtanyayê hatin ba hev û bikaranîna çekên kîmyawî ya Tirk protesto kirin.
Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, êrîşên kîmyawî ya dewleta Tirk a li qadên gerîla jî prtesto kirin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşma ‘Terorîst Erdogan’ hate qîrkirin, hate gotin ku dewleta Tirk sûcê mirovahiyê dike.
‘ÎNGÎLTERE HEVKARÊ SÛC E’
Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd Elîf Xeyal a axivî, destnîşan kir ku dewleta Tirk pîvanên şer nas nake, li dijî gerîla çekên kîmyawî bikar tîne. Xeyal anî ziman ku Îngîltere bi firotina çekan a ji bo dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya xwe ya li ber êrîşan dibe hevkar.
Xeyal daxuyakirin ku ji bo vîna gelê Kurd bişkînin êrîşan dike.
Di çalakiyê de Parlemeterên Partiya Kerker Chrîs Stephens û Lloyd Rûssel axivîn diyar kir ku dewleta Tirk sûcê şer û mirovahiyê dike.
Çalakî bi dirûşman dawî bû.