Li Lîmasolê pîrozbahiya 27'ê Mijdarê
Salvegera 43'an a PKK'ê li Lîmasolê bi coşî hate pîrozkirin.
Salvegera 43'an a PKK'ê li Lîmasolê bi coşî hate pîrozkirin.
Li bajarê Lîmasolê ya Qibrisê bi sedan Kurdistanî li Navenda Çandê ya Kurds Theofîlosê hatin cem hev û 27'ê Mijdarê Pîroz kirin.
Bername bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Qibrisê hate hazikirin, ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê bernameyê dest pê kir.
Li qadê posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, KCK û PAJK'ê hatin daleqandin.
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz li bernameyê axivî û got, ew sond dixwin ku xeyalên Kurdistanê bi cih bînin.
Li ser navê Komîteya Ciwanan a Şehîd Delîl Botan daxuyanî hate xwendin, hate gotin divê ciwanên Kurdistanê ji her demê zêdetir pêşengiyê li têkoşînê bikin.
Piştre Koroya Zarokan a Theofîlosê derkeve ser dikê, bi stranên şoreşê ya koroyê girseyê govend girt.
Pîrozbahiya bi dirûşmên 'bijî Serok Apo', 'bijî berxwedana PKK'ê heta derengiya şevê domand.