Li Limasolê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê û yên bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin, li bajarê Limasolê yê Qibrisê hatin şermerzarkirin.
Êrişên dagirkeriyê û yên bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin, li bajarê Limasolê yê Qibrisê hatin şermerzarkirin.
Mîtîng roja Duşemê li Moloz Parkê hate lidarxistin. Di mîtîngê de dirûşmên "Faşîst dewleta Tirk", "Azadî ji Kurdistanê re", "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Çalakgeran êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin.
Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat li mîtîngê axivî û got, "Dewleta Tirk her cûre êrişên li dijî Kurdan ji bo xwe weke maf dibîne. Di bêexlaqiyê de sînoran nas nake."
Lezgîn Serhat her wiha destwerdana PDK'ê ya li Şengalê û êrişa polîsan a li Strasbourgê ya li dijî mîtîngê şermezar kir.