Li Kopenhaagê bikaranîna çekên kîmyewî hat şermezarkirin
Li ber Parlementoya Danîmarkayê sûcên ku dewleta Tirk a dagirker kirî hate protestokirin.
Li ber Parlementoya Danîmarkayê sûcên ku dewleta Tirk a dagirker kirî hate protestokirin.
Endamên Meclîsa Jin û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li paytexta Danîmarka Kopenhaagê êrişên kîmyewî yên delweta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Koma ku li ber Parlementoya Danîmarkayê hate cem hev behsa armanca çalakiya xwe kirin. Endama Komîteya Tendirustiyê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Zeynep Bînîcî got ku pêwîste li hemberî sûcên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistan û Rojhilata Navîn kirî bêdeng nemînin.
Her wiha bang hat kirin ku pêwîste saziyên mîna OPCW erkên xwe bicih bînin û gazên jehrî yên hêzên Tirk ên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medya bikar tîne lêkolîn bike.
Nûnerê nobeta azadiyê Dorotî jî xîtabê parlementoyê kir û diyar kir: “Li hemberî kiryarên Erdogan bêdeng dimînin, neheqiye ku Kurd bi çekên kîmyewî tên kuştin. Dengê xwe derxînin, vê qetlîamê rawestînin.”
Li ser navê Koma Piştewaniya bi Kurdistanê Tûe Magnûsen jî axivî û got ku bi hezaran girtî mîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî derhiqûqî rehîn tên girtin û divê demildest serbest bên berdan.
Magnûsen her wiha bang li hemû hêzên navnetewî kir ku di mijara çekên kîmyewî de bi erkê xwe rabin.
Piştî axaftinan li ber deriyê parlementoyê pêşandaneke temsîlî ya derbarê gazên kîmyewî pêk hat û piştî wê dozyayek hate danîn.