Li Kîelê çalakiya konvedanê hat lidarxistin
Li bajarê Kîelê bi çalakiya konvedanê dewleta Tirk yê li Kurdistanê bi çekên kîmyewî êrişên dagirkerî pêk tîne û li Qamişlo welatparêzên Kurd qetil dike hat şermezarkirin.
Li bajarê Kîelê bi çalakiya konvedanê dewleta Tirk yê li Kurdistanê bi çekên kîmyewî êrişên dagirkerî pêk tîne û li Qamişlo welatparêzên Kurd qetil dike hat şermezarkirin.
Di çalakiya konvedanê ya li bajarê Kîel a Elmanya bi pêşengiya Jiyana Jin hat lidarxistin de dewleta Tirk yê ku li Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tîne û li Qamişloyê welatparêzên Kurd qetil dike hat protestokirin.
Çalakî li ber Haûptbahnhof a Kîel’ê hat lidarxistin.
Kurdistaniyan ji bo teşhîr kirina dewleta Tirk yê ku li Başûrê Kurdistanê li hemberî qadên gerîla û warên sivîlan çekên kîmyewî bikar tîne û bi armanca agahdarkirina raya giştî stant danîn û belavok belav kirin.
Dem bi dem bi zimanê Kurdî û Elmanî axaftin hatin kirin, çalakiya konvedanê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.