Li Kesselê li dijî komploya 9’ê Cotmehê standek danîn
Li Kasselê li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Ctmehê û sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker standek hate danîn.
Li Kasselê li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Ctmehê û sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker standek hate danîn.
Women Defend Rojava û Defend Kurdistan li bajarê Kassel ê Elmanyayê di salvegera 23’an a Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standek ya agahdarkirinê vedan.
Saet 14:00’an li Frîedrîchsplatzê bi tevlîbûna aktivîstên Kurd û enternasyonalîst kon hate vedan û eleqeyek zêde ji bo kon hate nîşandan.
Ciwanan li ser çalakiya xwe belavokên agahdarkirinê belav kirin, komploya navneteweyî, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ya li Başûrê Kurdistanê vegotin.
Bêdengiya saziyên navneteweyî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin.
Çalakî saet 17:00’an dawî bû.