Li Kampa Lavrîonê salvegera 43'an hate pîrozkirin
Li Kampa Lavrîonê salvegera damezirandinê ya PKK'ê bi fîşekên hewayî û govendê hate pîrozkirin.
Li Kampa Lavrîonê salvegera damezirandinê ya PKK'ê bi fîşekên hewayî û govendê hate pîrozkirin.
Li Kampa Lavrîonê ya Yewnanîstanê ku piranî Kurd lê dimînin 27'ê Mijdarê bo coşiyeke mezin hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi tevlêbûna bi sedan kesî bi govend û fîşekên hewayî hate pîrozkirin.
Peyamên rêxistinên dostên Kurdan û Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst ku ji bo pîrozbahiyê hatibûn şandin, hatin xwendin.
Di pîrozbahiyê de Hevserokê Navenda Çandê ya Kurdistanê Erken Erencî axivî û got, ew deyndarî şehîdan in ku têkoşîn heyî û geş kirine.
Piştî axaftinan Koroya Zarokan a Lavrîonê hate ser dikê û strand.
Her wiha helbesta hatin xwendin, Koma Dansê ya Zarokan a Lavrîonê dansa Sarya nîşan da, her wiha koma folklorê jî hate ser dikê.
Piştre bername bi sînevizyon, fîşekên hewayî û govendan qediya.