Li Hîldesheîmê roja vejînê hat pîrozkirin
Polîsên Elman li Hîldesheîmê dest danîn ser hin hêmayan. Gel bi dirûşmeyan bertek nîşanî polîsan da û ji pîrozbahiya xwe gav bi paş ve neavêt.
Polîsên Elman li Hîldesheîmê dest danîn ser hin hêmayan. Gel bi dirûşmeyan bertek nîşanî polîsan da û ji pîrozbahiya xwe gav bi paş ve neavêt.
Li bajarê Hîldesheîm a Elmanya gelê Kurd ên li Hannover û derdora Hîldesheîmê û dostên wê cejna vejînê pîroz kirin.
Li wir piştî temaşekirina sînevîzyona ku derbarê pêşketina Tevgera Azadiya Kurd hatibû amadekirin, têkildarê girîngiya rojê axaftin hatin pêşkêşkirin.
Di dema pîrozbahiyê de polîsê Elman bi ser cihê pîrozbahiyê de girt û dest danî ser flamayan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Girse bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana gerîla” nerazîbûn nîşanî polîsan da.
Piştre hunermend Berbang, Zinar Sozdar, Zozan Zûdem û Hikmet Koma Bira derketin ser dikê û pîrozbahî coşandin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê û tilîliyên jinan bi dawî bû.