Li bajarê Bernê li hemberî polîtîkayên dijî koçberan ya Swîsre û dewletên din ên Ewropayê li beramberî koçberan bi rê ve dibin, bi daxwaza ‘Em mafê jiyaneke azad û birûmet ji penaberan re dixwazin’ xwpêşandanek lidarxistin.
Ji bo xwepêşandanê ku li ser banga rêxistinên koçberan û saziyên civaka sivîl hat lidarxistin nêzî 2000 kes li meydana Schutzenmatte hatin gel hev.
Li ser navê tora piştevaniya bi penaberan ku ji aliyê gelek saziyên civaka sivîl û rêxistinên penaberan organîze kiribûn, daxuyanî hatin xwendin.
Destpêkê ji dewleta Swîsreyê hat xwestin ku ewlekariya koçberên Efganî yên ji ber rejîma Talîbanê penaber bûne biparêze û statuya penaberiya wan bipejirîne.
Di daxuyaniyên din de jî bal hat kişandin ku divê şertên penaberan werin başkirin û hat gotin, “Penabertî ne derqanûnî ye.”
Dîsa di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku divê Swîsre xwe ji Peymana Dublînê ya ku penaberan bi zorê dişînin welatekî duyem vekişîne.
Piştî axaftinan girseyê bi berzkirina dirûşmeyên “Penaber ne îlegal in” û “Îzolasiyonê ragirin” ber bi navenda bajar meşiyan.
Dema çalakger gihiştin ber Parlementoya Federal a Swîsreyê, avahî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Çalakî ya ku saetekê domkir, bi dayîna daxuyaniyên ku ji aliyê saziyên penaberan hatin dayîn bi dawî bû.