Li hemberî çekên kîmyewî li Dresdenê standek hate vekirin
Li hemberî çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li dijî gerîlayan bi kar tîne li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê ji bo du rojan standek hate vekirin.
Li hemberî çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li dijî gerîlayan bi kar tîne li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê ji bo du rojan standek hate vekirin.
Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ûta û Navenda Çanda Kurdan a Dresdenê pêk hate. Endamên Meclîsa Jinan a Ûtayê li Alberpflatzê hatin ba hev, li hemberî çekên kîmyewî yên ku li Kurdistanê tên bikaranîn gelek belavok belav kirin û bêdengiya welatên Ewropayê protesto kirin.
Ji bo çalakiya sibê jî herêmên cihê yên Dresdenê hatin hilbijaratin û wê sûcên şer ên li Kurdistanê werin teşhîrkirin.
Di çalakiyan de hate diyarkirin ku tê xwestin mirov ji Kurdistanê werin derxistin û hate gotin li hemberî sivîlan qetlîam tên kirin.